Trump plana Îranê lêkolîn dike, Tehran ji her senaryoyê re amade ye!

Rageşiya navbera Washington û Tehranê didome, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îhtimala êrîşeke muhtemel di rojevê de dihêle. Îranê jî ragihand ku “gog li cem DYE’yê ye”, ew ji bo dîplomasî yan jî şer amade ye.

Serokê DYE’yê Donald Trump got, ew ê plana Îranê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn binirxînin, lê bi guman e ku ev ê ji aliyê Washingtonê ve were qebûlkirin yan na. Trump îdîa kir ku Îranê ‘47 sal in berdêlên têrker nedaye cîhanê’.

Trump ê li West Palm Beach a li Floridayê axivî, anî ziman ku eger Îran “xirab tevbigere” DYE wê car din êrîşên leşkerî pêk bîne. Hat ragihandin ku Îranê vê hefteyê bi rêya Pakistanê pêşniyareke nû kiriye, lê hûrgiliyên têkildarî naveroka wê nehatine eşkerekirin.

JI KONGREYÊ RE NAME: ŞER BI DAWÎ BÛ

Li aliyê din Trump ji Kongreyê re nameyek şand û îdîa kir ku şerê li hemberî Îranê ‘bi dawî bûye’. Diyar kir ku piştî şerê 28’ê Sibata 2026’an, agirbesta ku 7’ê Nîsanê hatî îlankirin didome û ji wê demê ve navbera aliyan şer neqewimiye.

TEHRAN: GOG LI CEM DYE’YÊ YE

Rêveberiya Tehranê jî destnîşan kir ku gog li cem DYE’yê ye. Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Garibabadi ragihand ku welatê wî hem ji bo dîplomasiyê, hem jî ji bo şer amade ye. Garibabadi got, Îranê ji bo çareseriyeke mayînde plan pêşkêş kiriye û Washington divê yek ji du bijartekan hilbijêre.

FERMANDARÊ PAYEBILIND: DIBE ŞER JINÛVE DESTPÊ BIKE

Rayedarên leşkerî yên Îranî jî hişyarî dan ku dibe rageşî jinûve zêde bibe. Fermandarê payebilind Muhammed Cafar Asadi diyar kir ku dibe şerê li dijî DYE’yê jinûve destpê bike.

14 WEZÎFEDARÊN KU MAYIN PAQIJ DIKIRIN, MIRIN

Hat ragihandin ku li bakurêrojavayê Îranê di dema paqijkirina mayinan de, 14 wezîfedarên Muxafizên Şoreşê mirin.